Ev bu hefteyek ku em hemû di malê xwe de asê mane; em xwe ‘bi tevahî digirin’ û em ê vîrusa corona bi dawî bikin. Armanc ev e. A rast dil jî vê yekê dixwaze. Di vî du salê dawî de tişta ku nehat serê civakê nema.
Di demên berê de, kal û pîrên me behsa xelayê dikirin û di zaroktiya xwe de me jî bi çavên tirsnak gohdarî dikir… Lê dema em mezin bûn û naskirinek me bi vîrusa corona re çêbû, me fêhm kir ku, êdî çîrokêk me jî ji bo zarokên xwe bibêjin heye.
Me go çîrok newsa… Ev çendeke civak bi çîrokan tê mijûl kirin. Rêjeyek pir mezin ya gel jî, di van çîrokan de dijî; baweriya xwe pê tîne û di şertên herî giran yên jiyanê de jî qet çav bi halê xwe nakeve…
Kesên ku kargehên xwe girtin, kesên ku hew karibin jiyana xwe berdewam bikin û dawî lê anîn û hwd.
Di hêla hevgirtinê de her çiqas çendek dîmenên dilê mirov germ dikin car caran derdikevin pêş çav jî, tu hevgirtinek têr û tije xuya nake. Di roja îroyîn de her kes ketîye nav derd û mîtalên xwe.
Civaknasek Tunusî bi navê Îbn-î Haldun ku di sedsala 14.de jiyan kiriye ji bo civakên ku rewşa îro ya Tirkiyê di nav xwe de dihewînin tesbîtên pir di cih de dike.
Îbn-î Haldun dibêje civak, ji ber hewcedariya mirovan ya li hemberî hev derketiye holê û li kêleka civakê dewlet jî ji bo parastina kesan ango civakê ya ji kesên din hatiye ava kirin.
Ev gotin bingeha civak û dewletê tînin ziman. Li kêleka vê yekê Îbn-î Haldun’ê di sedsala 14.de jiyan kiriye behsa xirabûna dewletekî ango desthilatdariyê jî dike.
Bi rastî jî deshilatdariyek ku qurmên xwe li hemû sazî û dezgehan belav kiriye û dilê wê tuneye biçe wê çewa bibe?
Dîsa em vegerin Îbn-î Haldun û li gotinên wî binêrin:
“… asta pêncemîn asta bêpîvanî û îsraf ê ye. Di vê astê de desthilatdarî heyînên beriya xwe bê ser û ber xerc dike. Ji bo kesên li der û dora malbata xwe heya tu bêjî merd e. Ji ber vê yekê jî kesên herî bêkar li dor kom dibin. Peywirên ku nikaribin hilgirin li van kesan tên e bar kirin û ji ber ku ev kes di vî karî de ne hoste ne, nizanin kîjan rast e anjî xirab e û biryarên xelet distînin. Ev yek dibe berteknîşandana peywirdarên berê yên dewletê jî. Roj bi roj mirov ji dor vê desthilatdariyê dûr dikevin. Roj tê miaşê leşker û karmendan nayê dayîn ji ber ku ew pere li tiştên şexsî hatiye xerc kirin. Derî li gel tê girtin û desthilatdarî xwe bi xwe di nav çar dîwaran de dimîne. Ev tenêbûn hemû tiştî pê dide kirin: di serî de êrişkirina nirxên berê û hwd. Jixwe piştî vê yekê êdî xelasî tuneye.” (Mukaddîme, Îbn-î Haldun)
Piştî 700 sal şûn de dema em li roja xwe ya îro dinêrîn, dibînin ku hema hema hemû tişt dişibe hev û din. Di nava hefteya derbasbûyî de tenê şopandina nûçeyan jî hemû gotinên Îbn-î Haldun ji bo me rast derdixe.
A rast ger ev camêr ango Îbn-î Haldun di roja me de saxbûya û ev fikrên xwe anîba ziman niha ji zû ve wê di girtîgehek tîpa F’de cihê stendiba. De baş e ku ne niha gotiye û bi eslê xwe ji Tunus’ê ye.
Yorumlar kapalı.