Pisîkê Min ê Konformîst

featured

Qampa me ya xebatê, li ser çiyayê Torosan, li peravê golekê bû. Ev gola navbor, di navbera çar heb çiyên bilinde bû. Çiya serdanpê ji daristana darê selwîyê/qajê rapêçayî bû. Gava dibû zivistan û berf dibariya, gulîyê darên selwîyê nola baskên qaz qulungan di bin berfê de diman. Gava roj ji pişt çiya hildihat û bilind dibû, sîtava darên selwîyê yên di bin berfê de mayî, nola bûkên bi xêlî di ava golê de eyan dibû.

Li ser berfê, şopên gelek ajalên kovî dihate dîtin. Hinek ji wan ajalan dihat dora qampa me Û hêdî hêdî dihewisî me. Ji wan ajalan pisîkekî reşbelek yê kovî hebû. Ji çend şevan carekê li dora qampê li ber çavan diket.

Di destpêkê de gelekî kovî bû; çawa çav li me diket, dibû guleya devê tivingê û diçû. Lê paşê hêdî hêdîew jî hewisî me bû.

Ez bi xwe jî di qulûbeyekê de dimam. Qulûbeya min jî nêzî peravê golê bû. Şevekê, şîva me goştê biraştî bû. Çend gûmûkên hestiyên ji ber me filitîbû, min ew avêtibû li ber derî. Şev hinekî qarr bû, hêdî hêdî sîluwetê pisîkê me yê reşbelek li ber çavan ket. Bifikar, bi liv û tevgereke kovane hat ket li ser gumûkên hestîyan. Nola meriv piskuvîtan bixwe, wanî bi kirrekirr hestî kerritand. Wanî hino hino hewisî me bû.

Di şeveke ji wan şevên çileyê zivistanê de, ku tifa meriv li hewa dibû qeşa, pisîkê min ê kovî hat derbasî hundurê qulûbeya min bû. Di nava şapatekî kurt de, mêrik postê xwe avêt nava malê û bû konformîstekî dera hanê; di nava malê de kudera xweşbûya, mêrik xwe li wêderê vedizeland. Tiro bû sermiyanê malê, ez bûm yawerê wî. oxxxx, kêf elakêf!.

Sibê heta êvarê ez dixebitîn. Heta li min dibû êvar, zimanê min buhustekê ji devê me radikêşiya. Êvarekê dîsa ez wanî nehawî bûme û ji xebatê vegeriyam malê. lê gava ez hatim malê, min lênerî apê Cemîl (min navê pisîkê xwe kiribû apê Cemîl) xwe li ser piştê pîjapîja dirêj kiriye û cixara xweyî qaçax dikşîne. Tew camêro tûka xwe jî xera nedikir. Bû niçeniça min, min di bin çava re li apê Cemîl nerî. Min pêhêk li bin lingê wî xist û min jê re got: “ê de rabe li ser xwe beg efendî. Wele ti nemaye tu mişkan jî bi min bide girtin!”

Yorumlar kapalı.

Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!