Zarokbûn yek ji hêsteke herî paqij e. Di nava xwe de tu xirabiyê nahewîne û hemû tevgerên zarokan yên pêk tînin ji dil tê.
Em hemû dizanin ku gelek kes, di têkiliyên xwe yên bi kesên din re piranî dirûtiyê dikin, ne rast in û li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Li hemberî vê pratîka ‘mezin’an zarok, zarokatî hîn bi qîmettir disekine.
Zarokatî tişteke gerdûnî ye û di her civakekî de formên wê yên cûda hene. Her civak zarokên xwe li gor pîvanên çand û qeydeyên xwe mezin dike.
Li ser rûyê cîhanê pêvajoya bebekbûn+zarokbûnê ya herî dirêj aidî mirovan e. Piştî ku pitik çêdibin di bin bandora pêşî malbat piştre jî derdora xwe pêşketina xwe dide dest pê kirin. Em ji vê yekê re dibêjin civakîbûn.
Me hefteya derbasbûyî behsa mijara bajarvaniyê kiribû û li wir me anîbû ziman ku naskirina piraniya Kurdan ya bi bajaran re ne kevin e. Li ser esasê ku civaka me jiyana xwe li gund û navçeyên mîna gundan derbas kirî de dema em mijarê bigirin dest û karakterê Kurdan yên hişk li ber çav bigirin, em dikarin bibêjin ku girîngiyek zêde -di hêla romantîk ve- nehatiye dayîn ji bo zarokan.
Di civakên modernîst de jiyana malbatekî li gor rehetiya zarokan dimeşe û tê saz kirin lê di civaka ne-bajarî ya Kurd de ev tişt nayê xwîyan. Heta ku di hêla hêstiyarî de girêdanek xurt jî di navbera bav û zarokan de zêde dernakeve holê û wek piştrastkirina vê tespîtê em dikarin malbatên herî kêm xwedî 10 zarokin nîşan bidin.
Li herêma Botan û Behdînan dema em li zarokên di navbera 7 û 12 salî dinêrin, pir bi hêsanî xwiya dike ku ew zarok li ser temenê xwe, xwedî lênêrînek cîhanê ne lê dema em berê xwe didin cihên ku bajarvanî ango modernîte lê pêş ketî jî -mînak Amed- dîsa em dibînin ku zarokên temenê wan gihîştiye 18’an di hêla hişî de hîna xwedî temenek 10 salî ne.
Dema em du herêman didin ber hev (Botan û Amed) em dikarin bibêjin ku wek encama romantîzekirina zarokatiyê li herêma Amed’ê pêvajoya zarokatiyê hatiye dirêj kirin.
Zarok di lênêrîna xwe ya jiyanê de pir nerm e û her tim dema hewcedarî pêwîst be çav li endamek malbatê digere. Li aliyê Botan’ê, zarok hîn di temênê piçûk de, bi çavê mezinan tê dîtîn û wisa nêzikatî li hember tê pêşxistin.
Di encama vê nêzîkatiyê de zarokên vê herêmê jî di lênêrîna xwe ya jiyanê de dibin xwedî ferasetek ku avakarê wê ew bi xwe ne. Li vir pêvajo hîn zûtir hatiye temam kirin û ‘zarok’ êdî tê wê astê ku bibe kesek ‘têgihiştî’ yê wê civakê.
Ev her dû mînak hîn jî gelek deverên cîhanê têne jiyîn. Gelek civaknas li ser zarokatiyê nîqaşan dimeşînin û di mezinbûna zarokan li merheleyan belav dikin.
Me ji jor tenê bal kişand aliyekî zarokatiyê lê li aliyê din zarokên ku li kûçeyan, ji çopan xwarinê berhev dikin, di şertên zehmet de têne xebitandin negirt dest. Her çiqas ji bo zarokan peymanên navnetewî hatibin îmze kirin jî, di rastiyê de gelek xalên wan nakevin meriyetê. Rastiyek wisa ya cîhanê jî heye û ev yek jî ji ber berjewendiyên desthhilatan ji nedîtîve tê dîtin.
Yorumlar kapalı.