Cîranê me yê li hember, xwedîyê xanîyekî misteqîl yê duqatî ye. Li pêş mala wan, bexçeyekî wan jî heye. Di esasê xwe de ew otoparqa avahîyê ye. Lê digel ku dewlemendin jî, ji çikûsî qet erebeyek wan çênebû ye. Lema jî otoparqa xwe kirine baxçe. Di nava baxçe de mirîşkan xwedî dikin.
Bêxwedînemayên mirîşkên wan, salik dowezde (nivîsandina 12yan jî tam kabûsek e. Meriv nizane çawa binivîse) mehê xwedê hêka dikin.
Heta niha qet me elarima saetê ‘qûrmîş’ nekirîye; her sibe em bi dengê qerepereya mirîşkên cîranên xwe şiyar dibin. Hêk ji qula wan de dikeve nakeve û destpêdikin, li hilobîyê dixin. Qirr ûqiyameta reş radikin. Ezmanan di serê taxê de tînin xwarê.
Mirîşkên wan wer jî kurk dikevin. Gava çêlika derdixînin jî, ji bavê yek zarokî zêde ye go biçin bi semt û stara wan bikevin. Ji bo çêlikên xwe biefidîne, nola jinên Amazonan wanî êrişî zarokan dikin. Ne tenê zarok, pisîkên taxê jî newêrin xwe di wan mirîşkên e’sabî derxînin. Heta gelek car, êvaran min bi çavê serê xwe qûz(sansar) jî li derdora mala me dîtiye, ew jî hevza xwe ji wan mirîşên cirrnexweş dikin.
Dîsa çend roj berê, Bêrîta keça min xwest bi çêlikê mirîşkê cîranê me şabibe. Lê wê bêxwedîmayê(biner vê carê min got bêxwedîmayê. Kezeb şîrîn e, kezeb şîrîn e) xwe qijî nava çavê Bêrîtanê kir. Ji tirsan re, wê tifalê li hewa star bangdabû.
Ji ser qereza mirîşkên cîranên me re, min jî çû du heb çêlikên mirîşkan kirrî û anîn da Bêrîtanê.
Em çêlikên xwe di şaneşînê de xwedî dikin. Niha gulxûtkî bûnin.
Do na pêr… Min û Bêrîtanê me biryar da ku em ê ji niha pêve her roj, çêlikên xwe daxînin baxçê apartmanê û wan hinekî bigerînin.
Çêlikên me gava çav li axê ketin, ji kêfa re dikira lêvelîstana. Bi nahperûkan ax vexepirandin û tavilkê ketin kevgezkê. Hay û baya çêlikên me, ji bayê felekê nembûn.
Gava min li derdora xwe qoleçan kir, bavooo ez çi bibînim! Ez bibêjim pênc, hûn bibêjin heft pisîk. Serê xwe di ser dîwarê baxçe re dirêj kirine û ziq li çêlikên me yên mirîşkan dinerin. Tenê nîvê serê wan û guhên wan yên tûjik xwuya dibûn
Ez di ser hustê xwe re fitilîm, min li çepê xwe nerî, bavooo ez çi bibînim! Pisîkekî bi qasî kerekî yekî reşbelek, li ber dîwêr zikê xwe bi erdê ve zeliqandîye û hêêêdî hêdî ber bi çêlikan ve dimeşe; wanî gav ji gavê didizî û dimeşiya; e’detî mîna cêbkêsanekî xançepekî, çawa ketibe li dû perê di bêrîka penêrfiroşekî Qerejdaxî, wanî sizma dikir.
Ji tirsa mirîşka dayik ya kurkê re, newrin biçin xwe di çêlikê wê derxînin. Tên çavê wan lêne, werin çêlikên me yê reben ji xwe re e’pikê bikin.
Êêê! Ma qey ez ewqasî jî salaq im! Ma qey mejuyê di serê kurka cîranê me de, di serê min de tine ye?
Tedît qermîçekên pişt hustê min jî ne ê van salane haaa. Pesindayin ne karê zilama ye, lê tedît hecî ez im, guhê min dilive haaaa.
Min hêêêdîka şivterka di destê xwe de bilind kir û ji nişan ve min got rereeeep li ber pisîkê li erdê xist. Ez ji we re nabêjim, ez ji xwedê re dibêjim. Pisîkê min û we, du metra hulor bû. Ti nemabû ji tirsan re bi xwe de birrîta.
Yorumlar kapalı.