Em çima aşî nabin?

featured

Pirsa li jor hatî pirsîn, di rojeva me yek ji xaleke sereke ye. Piştî ku tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina vîrusa corona hatin rakirin û jiyan vegeriya rewşa xwe ya berê vîrusa corona jî di carekî de serî hilda.
Li gor daneyên Wezîrê Tenduristiyê ku heftane eşkere dike, di serî de li bajarê me Batmanê û bi giştî li herêma me rêjeya aşîbûyînê pir kêm e û li gel vê yekê roj bi roj belavbûna vîrusê zêde dibe.
***
Niha xetereyek din jî di nav rewşê de heye. Vîrusa bi navê Covîd-19 ku em wek vîrusa corona bi nav dikin di nava vî du salên derketî de gelek mutasyon derbas kir. Her mutasyonek xwedî hin taybetmendiyên cûda ne û ji van mutasyonan ya herî xirab jî ku niha li nav me digere mutasyona Delta ye. Varyanta Delta’yê him di hêla belavbûnê de him jî di hêla kuştinê de ji virûsa corona ya ewil taluketir e û niha piraniya vîrusa di nav civakê de digere Delta bi xwe ye.
Dema şewba corona nû derketibû hemû kes di nava metirsiyek mezin de bû. Heta ku gelek kes êvaran xew bi çavên wan nediket û di encamê de vê pêvajoyê banderek neyenî ya mezin li ser derûniya gelek kesan kir. Di rabûn û rûniştina van kesan de yek peyv ji devê wan derdiket: ‘Xwedê tu çareyekî ji vê nexweşiyê re bibînî!’
Ji ber ku her roj di nûçeyan de behsa virûsa corona dihat kirin, mirov dimirin û yên hinekî bi siud jî bi rojan di nexweşxaneyan de diman… Tirs mezin bû…
Û tişta xirab çiye hûn dizanin gelo? Ez bibêjim… Piraniya kesên ku doh bi tirsê rojên xwe derbas dikirin îro bûne dijberê aşiyê!
Dema ti ji wan dipirsî jî, bersiv amade ye: ‘baweriya min bi van aşiyan tuneye’. Ê temam wê demê baweriya we bi kîjanan heye? Gelo hûn hemû li benda Turkovac’ê ne? Mesele çi ye?
***
Di rastiyê de ez bawer nakim ku sedema aşî nebûna van kesan ‘bawernekirina’ aşiyê be. Piranî di civatên kuçe û kolanan, yên qehwe û şevbêrkan de dema ew kesên nîv zanê ku di civaka me de qet kêm nabin, ji bo hinekî xwe qurre nîşan bidin dest bi axaftinê dikin, her tim çend kesên ku wê li xwe bidin gohdar kirin dibînin.
Dema di mijarekî de zanebûna mirov tunebe, mirov nikare di wê mijarê de biaxife an jî agahî bide. Lê tişta ‘zaneyên civata’ dikin ev e. Dema zanebûn têra tiştekî neke piranî dijberî dest pê dike.
Hewceye neyê ji bîr kirin, ev rewş şewbeke û şewbek giran ku bi mirinê encam digire ye. Di vê pêvajoyê de gelek kesên ku digotin ‘tiştek ji min nayê’ spartin axê. Gelek kesên li ser xwe bi mehan di beşên rewşa giran ya nexweşxaneyan de hatin razandin. Dev ji hemû tiştî berdin, em bibêjin tiştek bi we nayê lê dibe ku hûn bibin sedema pêketina bi dehan mirovan.
Û divê dîsa neyê ji bîr kirin ku şewba corona, di dîroka mirovahiyê de ne şewbeka ku cara ewil tê serê mirovahiyê ye. Di dîroka şaristaniyê de bi dehan şewbên wisa mezin pêk hatine û di encama rê û rêbazên rast, xwe ji van şewban xelas kirine.
Ne pir, 80 sal berê… Zekema Îspanyol li tevahiya cîhanê belav bû û 500 miyon kes pê ketin û 50 milyon kesî jî jiyana xwe ji dest da. Lê di encamê de, bi tedbîrên mîna yên îro, vîrus hate têk birin.
***
Em carek din bibêjin: Hewceye em baweriya xwe bi zanistê bînin. Cihê ku piştî em pê ketin û poşman bibin, em ji niha ve aşiya xwe bibin, him xwe ji vê rewşa giran biparêzin him jî di pêşîlêgirtina belavbûnê de em jî bibin çeperek li hember vê rewşê… Yan na wê corona hîn gelek canan ji nav me bistîne.
Bila nebe dereng, pêşî ji bo xwe û piştre jî ji bo civaka xwe aşî bibin.

Yorumlar kapalı.

Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!