Ji bilî dewletên misilman, hemû dewletên dinyayê meseleyên xwe yên navxweyî hel kirine. Di nava miletê xiristiyan de ti kesekî ji wan bindest tine ye. Heke li deverekê kêşeyeke piçûçik derkeve holê jî, nahêlin mezin bibe û tavilkê di navxwede safî dikin.
Başe le misilman çer dikin gelo? Gava rayedarekî dewleteke misilman dipeyive, dibêje em li vir, qiral li Bexdê; nola dibêjin, heşa “gava tirekê ji xwe berdidin, xwelîyê di manqilê de nahêlin” Ji wan heye ku xwedê bihişt tenê li ser kîsê wan avakiriye. Sibê heta êvarê miletên ne-misilman piçûk dibînin û wan reş dikin, filan û bêvan û batirxan… Lê çavê wan vê yekê nabîne bê çawa miletê wan bi kerîyan, ref bi ref, col bi col ji ber wan direvin û xwe davêjin dexlê dewletên ne-misilman.
Rebena xwe li sînorên mayinkirî diqewimînin, xwe li çem û behran diqewimînin. Hema bila sirf ji ber rêvebirên xwe yên dewletên misilman birevin. Hema hewka bi qasî qulika derzîyê jî derfetê bibînin, miletê jar û belengaz xwe di wê qulikê re dikin û direvin. Pahinya xwe li tilmqûna xwe dixînin û direvin. Dibêjin hema belkî xwedê li me were rehmê û em di wê qulika bi qasî qulika derzîyê fire re derbas bibin û ji lepên van zaliman xelas bibin.
Kesên hêvî dikin ku ew ê xwe di qulika derzîyê re xelas bikin, bê gûman tekerlekê teyarê derfetekî pirr û pirr mezin e. Heta meriv dikare bibêje firsendek welê ye, dibe ku di tevahiya jiyana wan de careke din derfeteke ew çend guncav wan, wisa nêzî azadiya wan bike, bi dest wan nekeve. Lema rebenên xwedê wanî bi canxiraş û bê rohnî xwe bi tekerlekê teyarê ve girêdidin.
Miletê misilman, mîna ji şeytên birevin, wanî ji rêvebirên xwe direvin. Hey hewar! Ma qey kesekî biaqil di nava dewletên misilman de tineye ku rê li ber vê rezaletê û vê wehşetê bigre? Dewletên rojhilata jahrî(n)avîn, tevdek bûne qeşmerxane, bûye tîmarxane û bûye nizanim çi xane.
Di wextekê de, kesekî biaqil ji nava miletê misilman derketibe jî, an ew emirqutî kirin û kuştin, an jî avêtin zîndanan û di binê zîndanan de rizandin. Yên mayî jî, tevdek totikvala yên xurufandî ne
Heke rêvebirên dewletên misilman, vê zilmê li miletê xwe bikin, ma ew ê çi nîne serê miletê wekî din yên ne ji xwe? Ev serê hezar û 400 salî ye, Kurd ji destê dewletên misilmanan dikşînin. Ji bo Kurd nikaribin jixwe re di ser bahrê re ji ber wan birevin, çûn gotin vir vir vir û bajarên wan yên li nêzî bahrê dagirkirin û ew ji Kurdan xalî kirin. Erz û eyalên wan avêtin nava lepên yamyaman. Mal milkên wan talan kirin…
Di sala 1800’î de li gunekî Silêmanê bi navê Hezarmêrd, helbestek hatibû dîtin. Helbesta li ser çermê xezalê, bi Kurdîya zaravayê Hewreman hatiye nivîsandin. Qala wehşeta Ereban dike bê çi bobelatên kesnedîtî anîye serê Kurdên Zerdeştî. Kurdîya helbestê ya Hewremanî û wergera wê ya Tirkî li jêr e. Fermo bê ev serê hezar û 400 salî ye, çi guherî ye:
Hurmuzgan ruman, atran kujan/Hoşan şardewe gewre gewrekan/Zorkerî Ereb kerdina xapûr/Ginani Pale bişî Şarezor/Jen û Kanêkyan we dîl bişêna/Mêrd aza tilêy werûy hûnîna/Rewş Zerdeşt manewe bê kes/Bizika nîka Hurmiz we hîç kes..
(Kutsal yerler yakıldı/Kutsal ateş söndürdü/Herkesten saklandı namlı büyükler/Zalim Araplar girdi ta Fırat’a dek/Pale köylerinden tut ta Şehrizura kadar/Esir alındı kadınlar kızlar/Kendi kanında boğuldu özgür adamlar/Kimsesiz kaldı Zerdeştin töresi dini/Yüce Hürmüz afetmiyecek hiç birini…)
Yorumlar kapalı.