Dibêjin li Rûsyayê mûcîdekî berçavk ji çêlekan re çêkiriye. Ji ber ku berçavk 3dîmenî(3boyutlu)ye, gava wê berçavkê dixîne çavê çêlekê û êm didin ber, alif li ber çavê çêlekê dibe mêrg û çîmen. Hingê çêlek şa dibe, şîr zêde dikeve guhanên wê.
Elawekîl ev taqtîkeke pirr baş e. Ez pêşniyar dikim ku ev mûcîdê Rûs ne tenê ji bo çêlekan, bila ji bo mirovan jî berçavkek wanî çêbike. Daku nanê tisî, li ber çavê meriv bibe goştê qelî. Hingê ew ê were dîtin bê lawê bavan çiawa nanê hişk bipûrisîne.
Bila dengê min neçe Cîhan Lîderê Tirkiyeyê. Lewra ew ê tavilkê siparişa 84 milyon berçavk bide Rûsyayê. Bila ev jî bibe S-9’ekê li ser S-10’eka. Erê lo yanê bila bibe promosyona li ser moşekên S-400’î. Jixwe ji bo şinekiyan ji xalê Potîno yê tîlikî re bike, li hinceta digere.
Xwedê neke (yan jî ma çi’zanim, hezdike bila xwedê bike jî. Ew bi qîma xwe ye; min çi şixulêye) heke bi rastî jî tiştekî wanî çêbibe, gelek bêmejî henin, ew ê firşikê xwe bi kurtêlê nanê hişk biqetînin.
Fenomenekî medya dijîtal heye, navê wî Azadî Kaya ye. Wê rojê xwarziyekî min lînka TîqToq wî ji min re şand, hebû saetekê ez pê keniyam.
Ev fenomen ê ez qalê dikim diçe cîhê “halk ekmek”ê û di ser kesên di dora nanê erzan de ye diqîre, dibêje: “biçêrin biçêrin! Ev hîn rojên we yên xweş in! Hûn ê dengê xwe bidin Erdoxan ni! De bixwun! Hela jixwere lêbinere. Tew li çavê min dinere û dikene jî…”
Belê, ma qey camêr Azadî Kaya neheq e? Nola dibêje, bila berçavkê bidin li ber çavê mejuçelqan, daku kayê li ber çavên wan bike qewirme û goştê sêlê. Û bila hinek jî xwe li bexçê cinetê hîs bikin. Tam ev taqtîkeke li gorî kesên minafiq in. Di esasê xwe de ev miafiqên hanê ehlê dojehê ne, lê xwe li bihiştê radikşînin.
Ev hurrumên hanê, ev serê çendik û çend salane çavên xwe ji zilmê re digrin; bi dengên xwe zailman xwurtir dikin. Edetî keleha zilmê qewîtir dikin.
De dengên xwe bidnê lawo bidnê! Dibêjin tercal rabûye. Berçavkekê dide li ber çavên merivan. Dojehê li ber çavê wan dike bihişt; dike mêrg û çîmen. De biçêrin lawo biçêrin!
Yorumlar kapalı.