Kal û pîrên ji gundên Nûrheqê ku tevî erdheja hilweşîner jî dev ji xaka xwe bernedan, diyar kirin ku heta niha jî kon ji wan re nehatine şandin.
Di encama erdhejên Mereşê de bi hezaran şêniyên herêmê warên xwe terikandin û koç kirin. Pirsgirêka konan û cihê mayînê yê li gelek gundên navçeyên Nûrheq û Elbistanê hêj jî berdewam in. Yek ji deverên şêniyên wê koç kirin jî gundê Agacaşar ê Nûrheqê ye ku di erdhejê de ji şêniyên gund 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tenê çendek kal û pîr li gund ma ne û ew jî ji ber ku nawêrin biçin malên xwe, niha di odeyeke binkeya tenduristiyê de dimînin. Li vir 10 kes di nav hev de dimînin û kesek nizane bê ka ev binkeya tenduristiyê ji bo erdhejê qayîm e yan na. Şêniya da zanîn ku her kesî ji gund bar kiriye û yên ku derfetên wan ên çûnê tune jî niha pirsgirêka cihê mayînê dijîn.
‘HEMÛ KES TENÊ EM ÇENDEK KES MAN’
Ji şêniyan Alî Çevîr diyar kir ku her şeva wan di nava tirs û xofê de derbas dibe û pirsgirêka wan a sereke jî cihê mayînê ye. Çevîr, got ku ji neçarî niha di binkeya tenduristiyê de dimînin û ev tişt anî ziman: “Em sê malbat bi hev re li vî cihê biçûk dimînin. Em nizanin ev rewş dê heta kengî wiha berdewam bike. Em tevek jî ditirsin û ji ber ku pîr in, hîn bêhtir ditirsin. Her kes bi rexekê ve çû û em li vir bi tena serê xwe man. Em niha li vir di nava tarîtî û nediyariyekê de dijîn. Tenê ji gundê me 12 cenaze derketin. Insanan piştî definkirina cenazeyên xwe, bar kirin. Em nizanin bê ka ev kes dê kengî vegerin. Em bi tena serê xwe ne, bêçare ne , bi vî awayî disekinin.”
‘EM ÊŞEKE GELEK GIRAN DIJÎN’
Sakîne Altûn jî got ku kekê wê û 3 keçên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û wiha dom kir: “Em êş û keserekê pir mezin dijîn. Niha li vê derê gelek pirsgirêkên me hene. Ev pirsgirêkên me nayên çareserkirin. Her kesî ji vir bar kir û tenê em çendek kal man. Tekane daxwaza me ew e ku pêdiviyên me yên cihê mayînê çareser bikin. Her tim ji bo vê derê alîkarî tê şandin lê konan naşînin. Em sê malbat li vê derê dimînin û pirsgirêkê dijîn. Lewma daxwaza me ew e ku konan bişînin.”
‘BILA BO ME ÇARESERIYEKÊ PEYDA BIKIN’
Ji welatiyan Elîf Poyraz da zanîn ku mal û govên wan hilweşiya ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çêlikên min di bin govê de man. Mala me wêran bû. Em niha li derve ne û gelek zehmetiyan dikêşîn. Gelo dê çi bi halê me bibe? Em dixwazin bo me bibin alîkar û cihê mayînê bo me peyda bikin. Ji bo vê jî em li benda alîkariya her kesî ne. Ewqas dem bi ser re derbas bû lê em hêj jî di binkeya tenduristiyê de dijîn. Em dixwazin bo me çareseriyekê peyda bikin.”
‘EM KON Û KONTEYNIRAN DIXWAZIN’
Têkildarî mijarê ji şêniyên gund Mûstafa Altûn jî anî ziman ku ketine rewşekî wisa ku êdî nema dikarin bijîn û wiha axivî: “Me gundiya hem ji hêla madî hem jî ji hêla manewî ve pirsgirêkên mezin jiyan. Malên me herifîn û nema dikarin bên bikaranîn. Em sê malbat niha li binkeya tenduristiyê dijîn. Divê tavilê bo gundê me kon û konteynir bên şandin. Nexwe jiyaneke bi vî awayî nabe. Em nikarin bi vî awayî bijîn. Tevahiya tiştên me di bin kavilan de man. Pêdiviyên me yên weke xurek û hwd. tên pêşwazîkirin lê em daxwaza kon û konteyniran dikin.”
Li gelek gundên din ên navçeyê jî tenê kal û pîr mane. Heta niha jî pêdiviyên wan ên konan nehatine pêşwazîkirin. Şêniyên gundên din jî heman daxwazê dikin û dibêjin ku bila pirsgirêka wan a cihê mayînê were çareserkirin. (MA)
Yorumlar kapalı.