Aîîî Quşaxî (kurdî)

featured

Tedît Tirk dibêjin Z qûşaxî. Ango nifşê Z…

Z qûşaxi, yanê çi? Ê min bi xwe gava dibêjin Z qûşaxi, zirre zirr tê bîra min. Tedît wexta dibû bihar giha û nefelê li çonga meriv dixist. Hingê keran jî têr kerbeşa tahl dixwarin. Dêmeg wê kerbeşa tahl, bandora dopîngê li ser keran çêdikir. Lema jî êdî zirrînî bi keran diket. Zirrrr û hey zirr!

Heta hinekan jê, ji wan keran re digotin: Aîîîî! Aîîî! Aîîî! (z qûşaxî… zirrîn… aî aî… Hema bila xwedê bi xêr bigerîne) Bê mahne, em hinekî din pêde biçin, ew ê mesele “dirêj” bibe.
Di esasê xwe de ez dixwazim qala TîkTok qûşaxî bikim.
Di dema me de, me pirçika heram ya bin bêvila xwe (ku me jê re digot simbêl) tiraş dikir. Daku simbêlên me zû şînbê, em bişêbin bavên xwe.
Kevkaniyên me, nola rextê mawîzerekê li nava me bû. Em ji çalakiyekê dibeziyan çalakiyeke din. Pilûs, ji tirsan re bê mertal newêrîbûn bi semtûsitara taxên me biketa.
Gêceqondiyên me, hem gundekî mezin bû, hem jî bajarekî piçûk bû.
Carna jê marên nola kerrafîşan dihat nava malan. Heta me serê wan marên jahrînî nepelixanda, me dev jê bernedida.
Lê ev jahr-z qûşaxî jî, niha ji ber mişkekî direvin.
Ne siyaneta wan ji kesekî re heye, ne jî bi qedir û qîmetekî dizanin.

Aîîî Quşaxî (kurdî)
Z qûşaxî ango hîrre hîrr qûşaxî, tew bi telefona zîrek a Redmi jî qayil nabin bavo. Divê têlefona wan Sêmsûng anjî Êpil be. Erê, korîyê dinayê! Bila topa xwedê ya nola sêveke gezkirî li te bikeve lê!
Di wextê me de, hesreta me telefonkeke Nokia 3310 bû, me ji xwe re bi têra dilê xwe “yilan oyînî” bilîsta bes bû.

Ewqas hesreta wê bêxwedîmaya Nokia 3310 di ser dilê me de maye, niha min qala wê kir jî, kelecanê ez girtim. Nokia Konnektîng Pîpil! Weyla mahra pê vedayê, erê wele! Heta reqlama wê jî di bîra min de maye ha.

De vêca wexta wê jinika seksî ya lêvsor nedigot “Nok’kîya Konnektîng Pîpil!” tedît çizînî ji kezeba meriv dianî lo. Kevir û kuçik, dar û ber hemû bi hev re dibûn Nokia û diçû!
Gava wê jinika seksî ya lêvsor û porzer, reqlama Nokia pêşkêş dikir. Ev dûrika hanê dihat bîra meriv: Kezî zerê kezî zer/Kezî zera huthutî/L’binya mala şemitî/Tirek ji qulê filitî/Dilê xortan perritî.
Ê ma em rebenê xwedê çer bikin. Fantezîyên me jî hew ev tiştik-miştikên hanê bû. Weleh tedît em heqê Tanso Çîlerê jî nexwin haaa! Di vê mijarê de tek reqîbê me, Bill Clinton bû. Tiyaxxxx! Xwezî di salên 90’î de ez serokê Emerîqanê bûma. Hingê xalê Şêro ji min re got, birazê ka ez te bikim serokê Emerîqa, lê min qebûl nekir. Ma ka aqil!

Yorumlar kapalı.

Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!