Bajar di civaka me de xwedî cihek taybet e û hewceye bi lêkolînên berfireh were nirxandin û li ser Kurd û bajarvaniyê gotar bêne nivisandin.
Di serî de em bipirsin bê ka bajar çi ye? Kesek an jî civakek çewa dibe bajarî?
Têgeha ‘bajar’, di hêla pênasekirina wê de her çiqas pir rengî hebe jî, di encamê de cihê ku ji gundan anjî ji deştê di hêla aborî, çandî, rêveberî û jimarê de cûda ye ye. Bajar di pêşketina civakan de encama gelek merheleyan e û serekê pîvanên vê yekê jî aborî û awayên civakî ne.
Bajarîbûn jî di wateya ferhengê de ew tişte ku, li gorî pîvanên bajêr tevgerîn e ango di qada aborî de di xelekekî cih girtin an jî di pêvajoyên civakî de li cihê hatî diyar kirin jiyan kirin e.
Li xaka me, temenê bajarvaniyê yê civakan di wateya ‘modern’ de pir ne dirêj e. Em dikarim bajarên mîna Amed, Wan û yek diduyê din derxin, wekî din dîroka hemû bajarên xaka me herî zêde bila sed sal be.
Ji ber sedemên cihereng li tevahiya welat kesên ku her tim li cihê xwe mayinde mayî pir kêm in. Her tim sedemek derketiye û di encamê de koçberiyekî dest pê kiriye. Di dema Osmaniyan de piranî ji ber serhildanên desthilatdariyê û hinek jî ji ber pevçûnên nav eşîretan hatine koçber kirin. Di salên nodî de dîsa ji ber şer û pevçûnan bi milyonan kes bi koçberiyê re rû bi rû maye.
Li kêleka van cûreyên koçberiyê yên polîtîk, koçberiya aborî jî heye. Ji bo debara malbatê dîsa bi milyonan mirov ji gund, navçe û bajarên piçuk berê xwe dane cihên ku derfetên kar û xebatê lê heyî.
Di rewşek wisa ya ku di 30 salê dawî de cihê bi milyonan mirovan guheriye de, ev nivîs helbet ne gengaz e bibe bersivek lê ji bo lênêrîna rewşê ji bo lêhurbûna mijarê dibe ku bibe hewldanek…
Ka bifikirin, kesên ku tevahiya jiyana xwe li gundekî derbas kirî, hemû formên jiyana wan li gor herîkîna gundan e, di carekî de li bajêran bi qural û qeydeyên nû re rû bi rû dimînin.
Vê yekê di civaka me de rê li ber travmayên gelek mezin vekir. Ez jixwe behsa kesên kal û pîr nakim! Kesên ku li bajarekî bi cih bûn, hemû formên xwe yên berê jî bi xwe re anîn û li bajaran ketin nava paradoksa modernbûn ê.
Di nava pêşketinên lez û bez de hemû tişt nîvco ma û piranî jî tenê di hêla dîtbarî de ma. Pîvanên bajarvaniyê helbet ne tiştên ku nayên anjî neyên guhertin in lê bi mezinbûn û zêdebûna cûreyên kar û têkiliyan li ser formên fikirandinê bandoreke mezin pêk anî.
Li vir yek tişta ku hewceye em li bersiva wê bigerin jî ew e ku, tişta me kêm hişt çibû? Tişta ku Kurd û bajaran di nav hev de dihewîne çiye?
Di encamê de em dikarin bibêjin ku bajarvaniya me lewaz, kêm e. Ev ji aliyekî ve her çiqas baş be jî li aliyê din ewqas jî ne baş e. Ji bo vê yekê hewcedarî pê heye ku ji bo nifşên nû perwerdeyên piralî yên di derbarê mijarê de bên dayîn e. Di bajarên ku hejmara wan bi ser milyonan ketî de, em gundên nû ava bikin lê di hêla hişî de jî ji pêşketinan kêm nemînin û bibin pêşengên pêşketinên nû.
Yorumlar kapalı.