Çaxê ez di zikê yadê de bûm

featured

Baş nayê bîra min; xwedê zane sal, hezar-û-nehsed-û…(ma nehsed û çibû lo?) Ez baş bi ruh naynim. Lê xwedê dizane di navbera heftê û heyştê de bû; belê, belê 1970-80 bû. Wek a niha tê bîra min ez di zikê yadê de bûm. Ox, kêf kêfa min bû! Min xwe di nava hewzekî avê de qulopanî dikir. Carna wexta ez aciz dibûm, hingê min ji xwe re tilîka xwe ya girdikê dixist devê xwe û ji xwe re dimêt.

Çaxê ez di zikê yadê de bûm

Bavo meleyekî civatxweş bû. Lema jî êvaran rûsipîyên gund digel jinên xwe yên porspî dihatin mala me û civat digerandin. Ewana çiqas mirovin delal bûn xwedêyo! Weleh li min wer eyan dibû, min ji xwe re digot vana Xocê Xizir û welyê xwedêne.
Hecî E’mer û pîra Hecî Leto jî, her ku kal pîr dibûn, vedigeriyan li ser kirasê zarokatiya xwe; her du jî du kal pîrên şîrînok yên nola du kîvroşkan bûn.

Gava civat baş dikemilîn, yadê radihişt zikê xwe yê tevî min û diçû derve. Agirek di kuçik de vêdixist. Paşê çaydanê me yê bi qasî kerekî datanî li ser kuçik. Di wê hênê de, Pîra Hecî Leto dihat derve ba yadê. Destê xwe dixist bêrîka hevalkirasê xwe, kulma xwe tije qidamk dikir û davêt dawa yadê.
Heke yadê bi min ne humul bûya, ticaran ew ê tiştek ji destê kesekî negirta. Tevdek bela min bû. Ê ma bavo kî ji we dilê we nabije mewîjên tev li qinên bihêv û gûzan? Hem, ma qey pîra Hecî Leto xerîb bû? Na wele! Û yadê jî baş bi xisyetê wê dizanîbû. Heke yadê ji pişta bavê xwe bûya, bila bi ya pîra Hecî Leto nekira. Weleh wê hetik û şuhra diya min bibira.

Nizanim ji bo çi bû! Gava yadê mewîj di gel qinê gûzan û bihêvan dixwar, te digot qey derziya dopîngê li min dixist, wanî ez di cîhê xwe de nedisekinîm û neditebitîm. Hema hew nedima min bireqandayê û bi bablekankî bireqisiyama.
Paşê dibû bilqebilqa ava çayê. Dibe ku hûn ji min bawer nekin, lê a bi vê hêva di ser min re, min berî yadê tê derdixist ku av dikele! Heke yadê weke topa lastîkî, virde wêde piloz nebûya. Ez ê ji xwe re li ber puqepuqa kela ava çayê ji xwe re razama. Xwedêyo, çiqas dengekî bi aram!

Her neyse. Xwedè-jèraziya diya min a hîper aktîf nehişt çavê min bikeve tev. Yadê rabû kulma xwe di bin dema çaya qaçax, ya zivir re kir û avêt çaydên. Ji bo kela çayê di ser re nefûre, bi hêşiya dawa xwe rahişt çembilê çaydên û ji ser tirrafa êr rakir.

Gava yadê tev li çaydanê çayê vegeriya hundur, civata li dora bavo jî saetên xwe yên bi kostek ji bêrîkên xwe derxistibûn û qontirol dikirin. Saetên xwe li hev miqayese dikirin. Yên saetên wan li paş mabûn bi pêş ve dibirin, yên bi pêş ve çûbûn jî ber bi paş ve dianîn. Hinekan jî ji nû ve satên xwe saz dikirin. Çirreçira ji pîmê saetên wan dihat, dengekî rîtmîk dixist guhên min.

Qedehên çaya nola xwîna poz, dihat dagirtin. Hinekan çayên xwe bi kirtleme vedixwarin, hinekan jî normal şekir davêtin çayê û vedixwarin.

Radyoya Philips a ku pîrika min ji bavo re ji hecê anî bû, stranên Êrîvanê distra. Piştî stranan, kewê rebat; keremê Seyad anons kir: “godarvanên ezîz! Niha jî em li çîroka Şengê û Pengê godarî bikin”

Gava Keremê Seyad ev mizgîna xêrê ragihand, ji nişkan ve ez rabûm li ser xwe, min destê xwe bi humtikên xwe yên jidandî bilind kir û min got: olêêê!
Herkesî li dora xwe nerî. Lê ji bilî yadê ti kesî têdernexistin ka ev tezehurata ji ku hat.

Yorumlar kapalı.

Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!