Ez naxwazim bi gazinên erebeskî dest bi nivîsê bikim, lê heqîqet li ber çava ye. Lema jî ez mecbûr im bi vê hevoka erebeskî, yan jî kurdîbeskî, yaxwud jî bi dobroskî dest bi vê nivîsê bikim: Nizanim çima çerxa felekê wanî doş dibe!
Hey gidî dinyayê hey! Weyla min tirşika bacanê reş xwar û di ser te de dinyayê de lîrandê! (Ev bû du hevokên erebeskî. Bi îman êdî ‘îş yaş’ e. Qezete Betmen Bûrde, ji her aboneyekî xwe re, cilêtekî bi marqeya Mislim baba, wekî promosyon pêşkêş dike)
Wey mala xwedê ava be, tije bûk û zava be. Vaye ez ji hundurê kevanê derketim der. Ma min qala çi dikir lo? Hih, hat bîra min! Erê lo min qala bacanê çîk dikir. Bê mahne şaş fehm nekin, tedît min qala tirşika bacanreşik dikir wî (ji ber ku ez li hemberî gelê me yê fedekar pir ‘saygilî’ me. Lema jî ez naxwazim kesek min ‘yelniş enlemîş’ bikin)
Dibe hûn bipirsin, bibêjin: camêr, qesta te ya ji çerxa felekê çiye? Hingê mafê min jî heye ez bibêjim: filankes! Heke jina meriv kêr neyê û tirşikekê çêneke, yan jî îsotan ji bo qûtê zivistanê hişk neke, yaxwud jî nizanibe şemamê bireqise, ma heq tine ye ez jî bibim helbestvanek û gazinan ji çerxa felekê bikim (Na na. Cilêt milêtê Mislo baba pere nake. Kanî satorekî pêxwasê xançepekîyan ji min re werînin’ wilen!)
De binêrin. Derdê dinyayê ev xortikê tîtal fîti-dîn nekir! Derdê meriv bi qasî lodekê pirr bin û ji kerban re ji xwe re li hilobîya ereban bixîne û meriv bi qerpalan hêstirên çavên xwe vemalin û meriv bi zorê xwe li helbestnivîsandinê rakşîne û meriv nizanibe du gotinan lihev bigofilîne û kula xwedê bibe heft kulên heft şaxî û xwe berde li ser dilê meriv û heta sibê û û û…
Ma kî dibêje ez ne helbestvanim yaho? De bi şeref, Şêrko Bêkes jî nikare helbestên wilo xweser nola min binivîse. Çaxa ez radihêjim qelemê, peyvik meyvik xwe ji ber min di qulmişkan de vedişêrin. De bise, ez ê hema aniha bi terriya çend peyvan bigrim ji qulmişkan kaş bikim û helbesteke super binivîsînim.
Heeey xezala min a çavşelpitî,
dil-bira min a lêv-qelişî û evîndara min a simbêl-qeytanî hey
Jixwe berê rez ne ti rez bû
Piştî em zewicîn, te yekcar dev ji xwe berda, hey zalim-bavê
Te got çawabe min ev kerikê hanê ji xwe re xerantî kir
Û tedît di edetê me kurdan de, zûzû devjêberdana jina tine ye
Lema pirça çîpan li te bûye daristan
Êdî ne das kani pê, ne jî tirpan. Heeeey çerxa felekê hey!
Te çawa ez ji xwe re kirim bacanekî ji wan bacanê di tenûrê de biraştî.
(Copyright)
Yorumlar kapalı.