De gidî de!
Ev şapateke ku cîhan bi agirê daristanê re têdikoşe. Hîn tam agir nehatiye temirandin, vêca bobelata baranê destpêkir. Jixwe tew ez qala Covîvî19 nakim
Tu dibêje qey meriv gindirîye nava rûpelê romaneke dîstopîk, yan jî meriv ketiye nava dîmenekî flîmekî ji wan fîlmên tirsnak
Ez dibêjim heke benîademî komê xwe danîne li ber xwe, hişê xwe nede serê xwe, bi xwe venehese, li ber destê gerdûnê tobe neke û li xwe varneqile, ew ê bobelatên mezintir bi serê wan de were.
Dinyaye û rojeke bi nîşan e; hûn xwînerên ezîz jî ji bo xwedê vaye şahid in û vaye aha min li vê derê nivîsand. Ez ne mirovekî muneccîm, rimilavêj û kesekî xeybanî me. Binerin, gava meriv li serokên dewletan yên cîhanê dinerin, gelek ji wan nola psîkopat û kesên xwurufî nin. Ev sûtên hanê, bi hev re ketinin qayişkêşiya hilberîna çekên qutufîner.
Her yekî ji van bêbavan çekek wanî kujende hildiberînin, bi racanî canê xwe dikevin; yekser derûdora xwe, an jî devereke dewlemendî lê hebe, yaxwud miletekî lawaz yê bindest be, gefên tinekirinê li wan dixwin û bi wê çeka xwe ya “muhteşem” êriş dikin.
Edetî, çekên xwe yên nû, di ser me bindestan de diceribînin. Heke gotin li cîhê xwe be, em ji van dolên qereqehpikan re dibin polîgon û nîşana derblêceribandinê.
Wekî ev ne bes be, di serde jî tahrîbatên mezin tînin serê xwezayê. Bi maşîneyên dêwasa, rûyê erdê dikolin û habîtatê tine dikin. Bi dozer û kepçeyên sed ton giran, edetî çiyayan dikerritîne. Ji bo çend giram zêr, axa welatekê li moxilê dixîne.
Hilberîna tarimê, ango cotkariya nesla nû, bi a’ra axê de jahrdanîye; îman ji axê stendiye. Ewqas dermanê tarimê dide axê, rebena axê êdî ji quwet de ketiye û zuhum têde nehiştiye.
Her hinarek hah, hewqas mîna serê kerekî mezin e. Hinek terikên xiyaran li ser dezgehên tablayên fêkîfiroşan tê dîtin, bêlome be, bi qasî nizanim çîkê çi tiştî ye! Çêlika mirîşkê çawa ji hêkê derdikeve, di nava 40 rojan de, bi xwarinên dermankirî xwedî dikin. Piştî 40 rojî êdî werlêtê dibe bi qasî betekê dinepixe û mezin dibe.
Her roj bi tonan, naylon û petên bi hezaran sal namehin, davêjin xwezayê, tev li ax û avê dibin.
Bi destê benîademîyên gewî, çavnebar û çillek, av, ax û hewa, tê lewitandin. Sosretên were tîne serê vê cîhanê, ango mala me benîademîyan ya hevpar, êdî mercê jiyanê lê nehiştine û jiyan li temamê giyanweran tevan herrimadine.
Ê ma çendik û çend ji destê we benîademîno? Weleh ne Covît19, ne agir, ne tofana baranê! Ez dibêjim hema kevir û gû jî ji jor de bibare, dîsa jî ne bes e.
Bi kurt û kurmancî; mirovên jirêderketî, çavsor û gewî, xwedê li qiyametrakirinê sor dikin. De gidî de! Hindik ma. Hema hinekî din jî xwedê bicixirîne, ew ê fermanê bide Hz Îsrafîl, daku pifî sûrê bike û vê gersirêrka nola morîkek şînbirrik, ango vê cîhana rengîn ji benîademiyên gunehkar pak bike û biçe.
Yorumlar kapalı.