Em Çima Li Peker Temaşe Dikin?

featured

Ev bu du meh ku her roja ladê ango dawiyê hefteyê çavên me diçin ser parvekirinên serokekî mafyayê.
Gelek ji me di vê roja dawiyê hefteyê de bi kêlecan çewa çavên xwe ji xew vedike yekser radihêje telefona xwe û raste rast diçe rûpelên vî kesî…

***
Bêgûman kes ne kesekî ji rêzê ye û tiştên tîne ziman jî ne tiştên ewqas erzan in. Hêjayî gohdar kirinê ne û hewceye tiştên tîne ziman mirov di ber çav re derbas bike lê tişta ku esas hewceyî nirxandinê ye ev e: Gelê Tirkiyê di Sedat Peker de çi dibîne?

***
Ev pirs dema were bersivandin ez bawerim wê gelek kodên civakê jî derkevin ser rûyê erdê. Bi salan e her kesê ku bi polîtîkayê kêm-zêde girêdayî ye û xwe wek muxalif pênase dike vê pirsê dipirsin jixwe: Evqas tişt diqewimin, lê çima kesên ku deng didin desthilatdariyê fikrên xwe naguherin?

***
Bi rastî jî pirsek e ciddî ye ji ber ku di van salên dawî de gelek bûyer li Tirkiyê qewimîn ku li welatek Ewropa bûna wê desthilatdarî bi temamî hilweşiya… Lê li welatê me, li gor pîvanên mantiqê, berovajî aliyên tewanbar hîn zêdetir bi hêz bûn. Wê demê em dikarin bibêjin ku bersiva li wê pirsê tê gerîn îro ji her demê bi qîmettir e û hewceyî bersivandinê ye.

***
Em dîsa bipirsin: Çima gelê vê xakê li dora kesekî mafya kom bûne û bi gotinên ji devê wî derdikevin rojeva xwe ava dikin?

Ka bifikirin di nava hefteyek de vîdeoyên Sedat Peker bi milyonan têne temaşe kirin, di rûpelên wî yên medyaya civakî de şopdarên wî bi sedhezaran zêde dibin û ji milyonan derbas dibin.
Bi kurt û kurmancî bêyî ku em dirêj bikin, em dikarin bibêjin ku gelê vê xakê ji qewetê ango bi hêzbûnê hez dike.

Ji ber ku her tim hatiye perçiqandin, bi giştî hêstiyariyek bi hêla hêz-qewetê ve çêbûye… Îbn-î Haldun ev tespît bi sedan sal beriya niha kiribû jixwe. Bi kurtasî dibêje, kesê bindest bi her awayî dixwaze xwe bişibîne kesê serdest.

***
Di şert û mercên jiyanê yên îro de, di hêla guhertina atmosfera civakî û siyasî de hêvî pir lewaz bûne û di rewşek wiha de derketina dengekî çirûskek nû veda.
Kesên ditirsin, kesên bêdeng, kesên ji rewşê aciz û hwd. dîtin ku rêyek derketinê heye ji vê tariyê.

***
Civaknasê navdar Max Weber a niha saxbûya wê bigota Sedat Peker, ‘lîder-pêşengek karîzmatîk’ e. e. Ji ber ku di krîza li welat de Sedat Peker wekî tasek av, kezeba welatiyan hênik dike lê her çiqas asta hêviyan bi Sedat Peker hatibe bilind kirin jî divê neyê ji bîr kirin ku her hêza bela wela sist e ango di rêya armancê de îxtimala serkeftina wê kêm e.

Yorumlar kapalı.

Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!