Evînek bêhempa li warê Êlihê…

featured

Evinek cûda û evinek qedexe li vî warî, li warê Êlihê… Kolan kolan digeriyam, baran dibarî bayekî sar dihat, payîzê hêdî hêdî koç dikir û zivistanê xwe dida nîşan. Dema ku min ew ba û baran li termê xwe de hîs dikir, di payîza dawî de; min dixwest ku ez bimeşim, bimeşim û biçim. Biçim ku bibînim lê ew dîtin bila bê veger be bê dawî be…

Her tim li ba wê bim, pê re bikenin, bigirîm û demên xwe yên xweş û ne xweş bi wê re derbas bikim. Çend curre evîn hebe ez hemiyan de dijiyam, min xwe didît min ew didît. Pişt re, pişt re min berê xwe dida qada Êlihê, di bin barana şevê de. Min li ezmana dinêrî, ezman kerr û tenê rondikên ewrên penaber hebûn. her dilopek ji baranê, rondikên ji ewrên hestîyar , ji min re reng û dengê wê dianî. Min ew didît di kûrahiya şevê û baranê de. Min serê xwe radikir, milê xwe vedikir û bi xeyal min ew hildida paxila xwe.

Min ew hembêz dikir, maç dikir lê rastî ev xeyal bû. Min çavê xwe vekir tenê Baran bû, ba bû lê ew tune bû. Min paxila xwe nihêrî kes tunebû, milên min li hewa mabû, dilê min bi şewat û hestîyarîyê xwe davêt çavê min. Pişt re ez vegerîyam min di bin baranê de cixare vêxist, cixara min bi baranê re şil dibû, giran dibû û dilê min re pir hêsan dihat. Min xwe da ber dûmana wî û bi dûmana wî re hilkişiyam çûm ezmana. Wenda bûm, bûm rondik bariyam ser kolanê Êlihê.

Evînek bêhempa li warê Êlihê...
Dem diborî, şevê koç dikir di paxila penaberiyê de. Ez xerîbê vê bajarê û di vê bajarê de dilê min hebû. Dilê min bibû Êlih tê de dijiya. Min xwe gihand serê sibehê, dema berbangê. Min li rojê nihêrî, sermayek cuda xwe avêt termê min. Pişt re, pişt re min berê xwe da Sasonê. Rê bi rê ez meşiyam, meşiyam û min berfa serê çiyayê Sasonê dît min xwe berda navina Sasonê. Rê berjêr dimeşîya, çiya bilind dibû û evina min e bêhempa ne li vir bû. Evîna min a rêhevalî yê bû. Evîna min xwe dabû gundê xwe bêderfetiyê serî rakiribû û nehat. Nikaribû ku were, nikaribû ku bijî bê min, bê rêhevalê xwe. Evîna me pir cuda bû, wek rêhevalî û hevrê tî yê bû. Em di nav her curre evînê de bûn lê em ne li ba hev bûn. Em dûrî hev bûn, di navbera me de bajêr hebûn, çiya hebûn, lê bêderfetiya herî mezin jî kêmasiya erdnîgariyê bû. Ez kolan, kolan, tax bi tax gerîyam, ne min ew dît û nejî wê ez dîtim. Pişt re min berê xwe da Êlihê, ez hatim nav bajêr li qada Êlihê rûniştim. Min ji xwe re çayek qeçax û Reng reş xwest. Bila rengê çayê girtîbe wek dilê min û bila dûmana cixara min reş bike kezeba min. Ji ber ku min ew nedît, ji ber ku evîna me giran hat ji vê erdnîgariyê re. Piştê vegera Sasonê min xwe avêt hembêza xeyalê xwe û çavên xwe girt, dilê xwe nûve xemgîn kir, barê dilê xwe kir nav xeyalê xwe û meşiyam tarîtiya çavên xwe.dema ku ez çûm nav kûrahiya çavên xwe di xeyalê de;min dîsa ew nedît, dîtin çêbû bê qîmet bû, dîtin çêbû tenê reng bû û carekî de wenda bû. Pişt re min çavê xwe vekir, ez ji xeyalên xwe xeyidîm, ji ramanê xwe xeyidîm. Min li nav bajarê Êlihê nihêrî û herkes di kêf û şahî yê de, digere dikene û dijî lê ne wek min. Pişt re min li ciwana nihêrî, ciwan bi bextewarî diçûn karê xwe, diçûn mala xwe û baran ji wan re ne pirsgirêk bû. Ew bibûn evîndarê baranê, lêbelê ez jî bibûm evîndarê baranê. Ji ber ku ez rondikên çavên xwe di baranê de veşêrim, ji ber ku ez êşa di dilê xwe de veşêrim. Min veşart di baranê de rondikên çavên xwe. Min barê xwe yek bi yek hilgirt û tûra xwe ye xema dîsa avêt pişta xwe û êzîdî ketim rêwîtîyê. Min xatirê xwe xwast û xatirê bê wext bû. Xatirxwestinê bê wext bibûn para me û em du rêheval, du hevrê negihîştin hev. Lê belê dilê me, ramanê me bi hev re bû. Û rojek ji rojan di paxila rojê de, di kûrahiya şevê de ez ê biçim navîna dilê xwe û êware navîna dilê min cih digire bi evînî û evîna rêhevalî yê. Evîna me ne evîna eşqê bû û evîna me ne evîna zayendê mêr û nêr de bû.

Evîna me evîna axê bû, evîna welat û daristana bû. Evîna me evîna gul û Sosina bû. Evîna me evînek bêhempa bû û li warê Êlihê de wek tovê jiyanê bû. Me bi evîna xwe tovê yekîtiyê, dildariyê, serhildêr bi tevahî jîn û jiyanê de reşand li ser vê axê. Bi hezar cureyan evîn hene û mirov dikare ji axê hêz bike u ev dibe evîna axê, mirov dikare ji kulîlka hêz bike û êvarê dibe evîna kulîlka. Mirov dikare ji her tiştê hêz bike û bibe evîndar lê tû evîn wek evîna rêhevalî yê xweş nîne. Tû evîn wek evîna rêwîtîyên penaber, rêwîtîyê mirinê a rêhevalî yê dirûst û xweş nîne. Ji me mirovan re rêhevalî pêwîste, ji me mirovan re rêhevalî ya mirinê pêwîste û gerek em ser va rêçên kûr de dimeşin.

Yorumlar kapalı.

Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!