Ez navê vê nîvîsê ji canik/ciwanik a hêja Hêja Netirk dehyn dikim. Belê navê jina(nexasim jî vanê bermalî) bi fesadîyê û bi pitepitê derketiye. Lê bawer bikin mêr jî ne kêmî jina ne (Bila mayo yê meriv yê sor-î kurr derkeve. Bila navê meriv dernekeve)
Ya min bixwe, ez pirr ji fesadîya li ser berberan hez dikim. Mihageyan, ne berberin; bijîşk in, şaredar in, sosyolog in, teknîkdîrektorê fitbolê nin, astronot in, Supemen in, Don Kîşot in (û tabî çiraxê wan jî Sanço Panza nin.) Ez çi zaniiiim; hema tu bibêje çi!
Di nava civakê de, qomplo-teorîsyenên herî zîrek, berber in. Li nav Îsraîl çi diqewimin, herin ji berberan hîn bibin. QGB(ma ez mejbûr im ‘k’yê binivîsim?) Sîa(erê lo, yanê CIA wî!) Û wekî din, tevahiya muxaberata cîhanê, golikên li ber destê berberên taxê ne.
Çi gava qota GB!êytê înter-jahrtêketa min bi terriyê li ber xwe dide, ez dibêjim xirp û direvim ser berberê xwe. Hem ez xwe re riya xwe diqusînim, hem jî ji Adem û virve çi qewimîbe, ez ji berberê xwe hîn dibim. Perda ewil ez riya xwe diqusînim, ez bûyer û serpêhatiyên paşerojê hîn dibim. Perda duyemîn jî, ez bûyer û serpêhatîyên ew ê di pêşerojê de biqewimin, hîn dibim.
Dibe hin ji we bipirsim bibêjin, bavo ma ev perdeya şanoyê ye, çiye? Na na, ne perdeya şanoyê ye. Qesta min ji perda yekemîn û ya duyemin ew e, berber du caran li ser hev riya meriv diqusîne. Lema jî ji her carekê re dibêjin ‘perde’
Îmana min dibe nola mozekê û dibêje ping ji serê pozê min difire, heke her cara ez dikevim tatûleya ravekirina peyvekê. Yanê qey ez mejbûr bûm ku ez qala perde-merde bikim? Ev xisleta min serê min bixwe! Ez her cara gotineke tirtire û fisfise û çeqilmastî û kizûrî dibêjim, vêja ez xwe dixînim dewsa xwendevan û ez xwe bi xwe ji xwe re dibêjim: gelo ez xwendevan bim û gotinên nivîskêr fam nekim, ew ê çiqas li zora min biçe, ni?
Vêca li xwe hay dibim go ez ne xwîner im, ez nivîskar im. Erê lo, tedît qaşo nivîskar. Çi nivîskar çi nivîskar! Mala bavê nivîskara bişewite. Hew ez jê mabûm kêm. Vaye ez jî bûm nivîskar. Nivîskarê bê xwîner (çîkê bê çîk; ewkê bê ewk) Hasilîkelam, dîsa min mesele bir bi Aşê Bexşo re derxist!
Min peyva xwe jî ji bîr kir (bis ez nivîsa xwe dîsa bixwînim) hah, hat bîra min. Erê lo. Gava ez li xwe hay dibim ez ne xwîner im, ez î nîvîskar im. Hingê ez ji xwe re dibêj im ‘ê ma bavo heke xwîner ji gotinên min yên ene-sene fêm nekin, bila jixwe re li ferhengê binerin wî. Tedît wê ferhenga Zana Farqînî ha! Weleh rebeno heta ew ferheng tomar kir, benê pişta wî qetiya û çavên xwe li ser kor kir.
Ez sond dixwum bi serê Mîr Celadet Bedirxan! Zana Farqînî, ew ferheng bi zikekî têr, çar ê birçî nivîsand. Ew zikê têr jî, bi simîta tisî a bê penêr.
Fesadî Show The End!
Yorumlar kapalı.