Hecî pisîk

featured

Dibêjin rojekê pisîka malê xwest here hecê(dêmeg ew jî ji umeta Mihemed bû) û jixwe re li ber destê Xwedê tobe bike. Pisîk, bangî mişkên malê dike û ji wan re dibêjin, ez ê biçim mala Xwedê. Werin em lihevdû helal bikin. Soz û bext didin hev ku ew ê bêbextiyan li hevdu nekin. Cihê civîna wan jî kewara malê ye.
Kesek ji mişkan namîne; tevde tên civînê. Pisîk jî tê. Ji ber ku li ser riya mala xwedê ye, cubeyekî li xwe dike, şaşikekê li dora serê xwe digerîne û tizbiyeke 101 lib jî dixîne destê xwe û tê civîna lihevhelalkirinê.
Pisîk:
-Heta niha me gelek tehdeyi li hevdu kir. We jî gelek xisar da mala xwedîyên min û min jî gelek ji we kuşt. Va ye ez diçim hecê û ez ê êdî ji xwe re tobe bikim. De werin ji niha û pêve ne hûn xisarê li mala xwedîyê min bikin, ne jî ez ji we bikujim.
Mişk:
-Heke em xisarê nedin malê, ma em ê gûyê te bixwin?
Pisîk:
-Qene têrr û tûrikên kevanîyê nexwin. Rebenê pirr bi wan re tahbê dixwe.
Mişk:
-Wele em ê wan jî bixwin.
Pisîk dike nake, nikare mişkan qanih bike. Ji hêrsan re soromoro dibe û dibêje “min got qey ez ê şaşikê jinserê xwe danînim!” Şaşika xwe ji serê xwe dike û dibêje firt, dixîne qulika kewarê û dikeve nava mişkan.
Kurdino! Ma hewce dike ez ji we re ta bi derzîyêve bikim? We mişkê Toledoyê di ser nanê xwe yê garisî de zevt kir. Şaşikê ji serê xwe bikin, têxin qula kewarê û bixirpişin li ser.

Yorumlar kapalı.

Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!