Ez ji xwe re li xirxopeya ereboka xwe siwar bûm û min berê xwe da oxirê, pişta xwe da felekê. Ango ji xwe re derketibûm ger û geşta wan cîhên ji mêjve min xwestibû lê bigerim. Kîjan erebe dihat digot pivvvv, ji min derbas dibû diçû. Ez çiqas bi erebeya xwe re dixeyidîm jî, lê dîsa jî nedimeşiya; nola kerekî gevler ê bê nahl; wanî serê wê di ber de, kiltekilta wê bû dimeşiya.
Min bala xwe dayê, wanî nabe. Min rabû stranên dengbêj Mahmûdê Hesê girt û min stranên Şakiro vekir. Bi vê taqtîka min re, hinekî zax hat ereboka min. Lê ne bi dilê min bû. Dîsa jî kî dihat, ez ‘sollamîş’ dikirim. Hela tew erebeyeke nola marê nû kefen ji xwe avêtibe wanî zincîreş dibiriqand hebû, te digot qey tajî ewka wî ewk kiribû.
Aha ev ereba hanê, ji wê şerîtê derbasî wê şerîta dîtir dibû. Camêro wek Messî yê fitbolbaz em tevdek çalim kir û çû.
Axir piştî stranên Şakiro, hinekî xîret hatibû ereboka min jî û hêdî hêdî wê jî didan çindika. Paşê min stranên Xidirkê Omerî yên nû li Youtûbê hatibûn barkirin, vekir. Ez ji we re nabêjim, ez ji xwedê re dibêjim! Çawa Super Starê me yê muzîka roqê, Xidirkê Omerî dest bi strana Xeftano kir, teyê bigota qey ji nişkan ve motora ereboka min veguhezî motora jetê. Hindik mabû ez jê de biketama. Bê hema axirê min dîrekson baş zeftkiribû.
Min jî nola Ronaldînyo li çend heb erebeyan çalim kir. Min dît waye li pêş, qerebalixiyek dixwuye. Min lezgîn pêl li frênê kir. Erebe nesekinî. Paşê hat bîra min. Min ji erebê re got “şooo’oş!(ev peyva zemanè berê me pê ker didan sekinandin, şîfreya di navbera min û ereba min de bû) Bi vê taqtîka postmodern, bi zorkê min erebe li nêzî qerebalixiyê sekinand.
Gava ez sekinîm, bavooo, ez çi bibînim! Erebeya min û we ya herkes çalim dikir, nizanim çend teqil daye xwe; ji zeviya genim, a ceh, a nîska, a noka jî derbas bûye, çûye li jêr ser nîvê riya asfalt li ser piştê sekinîye (kambaxê rê, fitlekeke wanî li dora zeviyan fitilî bû. Tu nabêje erebê vîraja xwe nestendibû. Lema teqle dabû xwe û qulupî bû)
Ez ji erebê peya bûm û min xarî erebeya qulupandî kir. Ereba qeza kirî, nola kîsoyê li ser piştê ketî, wanî li ser piştê bû. Sê-çar kesên di nava xwînê de mabûn, li ser rê dirêjkirî bûn. Ji lez û bezan re, min teyiba erebê negirtibû û hîn jî super starê roqa Kurdî, direqandê; hîn jî xeftano diqîriya.
Dîna min dît, her çar qezazede rabûn li ser xwe û reqandin govendê û li ber strana Xidirko reqisîn. Ez jî ketim destê wan û me bi hev re dawşandê. Di nava demeke kurt de me ewqas govend germ kir, kabika qondereyan di ser serê me re difirîyan.
Me govend fire gerand. Heta hingê jî ez sergovendî bûm. Yek ji wê de hat, destmal ji dest min girt û bejna xwe nola pelê çilo wanî xwe dilerizand. Êdî wî serê govendê dikişand. Carekê bala min kete seregovendê nepen. Min lênerî hoyhoooye, çi mirovekî bi texlîte! Rûpoşeke bi xof li ser çavê wî ye. Qirrimeke li ser milê wî ye û kirasekî reş, heta li ser guwzika niga dirêj, li xwe lêye.
Min îman bi rebbê Mûsa anî ku evê hanê Ruhstîn bi xwe ye. Mi xwest ez ji destê wî derkevim û hêdîka bifiskirînim. Lê camêro destê min berneda. Ji min re got: “Metirse kaka giyan. Ez ne ji bo te hatime. Bi şeref, navê ti kesî li van deran di lîsteya min de tine bû. Lêwbelê, ajokarê vê erebeya li ser piştê, bi zooorê navê xwe xist lîsteya kesên mirî. Gava ez hatim bixirpişim li ser dilê wî, lê dengê My friend Xidirko hat min. Min jî got bisekine ez hinekî kurmê xwe dawşînim. Ev her çarê qezazede jî, evên nola Messî herkes çalim dikir jî, maça xwe ya dawî dilîzin. Bise bila birakê min Xidirkê Omerî dawî li xeftano bîne. Ez ê jî jûbîleya wan bidim destê wan.”
Tezahuratê jubîleya Messî, biborin ango Cenawirê Trafîqê derdiket heta erşê ala, nexasim jî tezahuratê diya Cessî. Erê lo, Ceno-Messî.
Yorumlar kapalı.