Ji xelkê me yên di van rojan de ji ber şewata agir maxdûr bûnin re, derbasî be. Ji yên mirî rehmetê û ji yên birîndar re jî şifa xêrê dixwazim.
Gava dibe havîn, her der dibe nola niftikê. Pirîskek ar tenê têrê dike kû welatek bişewite. Tu dev ji pirîskekê berde. Perçak dîndoq, zilikê fîşkeke teqyayî ya nêçîrvanan û gelek faktorên din dikare bibe sebeba şewatê.
Herwiha maşîneyên mezin yên bi palet, wek eskewator, dozer û yên wekî din jî, gava dinya pirr germ be, hingê paletên wan yên hesinî hev diherin û tên, hingê disincirin û ew jî dibin sedema şewatê.
Û Û Û tew şewata pirêzeyan! Şewitandina pirêzeyan jî, sedemek mezin ya şewatê ye. Nexasim ev şewata pirêzeyan, eyan beyan wahşeteke li hemberî xwezayê ye. Diyar e ku xelk gelekî xeşîm in. Yanana, ma meriv pirêzeyan dişewitîne?
Şewata pirêzeyan, dibe sedema kuştina hezaran candarên di nava xwezayê de dijîn. Wekî din jî, gava agir bi erdê bikeve, hemû vîtamîna axê dişewitîne û dikuje. Hingê ax ji taqet de dikeve û careke din heta vedigere li ser hemdê xwe, divê gelek sal wext di ser wê şewatê re derbas bibe.
Îjar em vegerin şewata daristanê yên van rojan. Bêlome be!; hema bila xwedê bi serê kesekî de nîne! Van rojan herder dişewite. Mala birayê min li gundekî navçeya Manavgata Antalya ye. Do (29.07.2021) mala birayê min jî wekî mala gelek şênîyê herêmê, di nava pêta agir de ma.
Ji bo ji ber agir birevin, heft heb kufletên birayê min, li gel cirana xwe ya ji Enqerê û qîza wê li texsîyê siwar dibin û direvin. De vêja her du jî obez bûnin û nikarîbû bimeşiyan jî. Birazyên min alîkariya jinikê û wanî wê ji êr xelas dikin.
Di rê de ereba wan di nava agir de qeza derbas dike. Hema erebê li wir dihêlin û xwe davêjin li nava erdekî ajotî.
Di navbera min û ya mala birayê min de 60 km mesafe hebû.
Ez çûm, me zar zêç gihand cîhekî bi ewle û me xwe li wê qirr û qiyameta şewatê xist, em çûn gundê ku mala birayê min lê bû. Hîn jî her der di nava pêta arê har de bû û dişewitî. Fîrrefîrra siloriya agir bû, di şibakeyên malan re derdiket. Bi sedan ajalên dermale yên kerr û lal, şewitîbûn bûbûn qijûtik. Bêlome be! Te digot qey meriv di nava dîmenê fîlmekî tirsnak de ye.
Mala birayê min di avahiyeke sê qat de, di qata navînde bû. Qata jêr bi temamî şewitî. Birayê min jî bi ava hazir a di petên nîv lître de, nola mahrmahroka Hz Îbrahîm li agir dikir.
Xwedê kir bê hema mal li ber riya mezin bû. Bi duayên dewrêşan, bi tirên gamêşan, me erebeyek agirkujê da rawestandin. Çima ez wanî dibêjim? Ê ji ber ku êdî çilvirî bû. Nola dibêjin, dê weledê xwe avêtibû.
Derîyê mala dişewitî hesinî bû û girtî bû. Gava min bi hors derîyê hesinî bi hors şikand, Pisîkek tevî sê çêlikên xwe û mişkekî bê rohnî xwe li min qeliband û bi hev re bazdan derve.
Van çavan ev yek jî dît: mişk û pisîk bi hev re ji ber neyarekî din direviyan!
Belê, mixabîn ti qudretek me ya em bikaribin bi temamî agir bitefînin, tune ye. Lê nola dibêjin, mîna meseleya agirê Hz Îbrahîm, kû mahrmahrokê av dixist gulpa xwe û dibir li agir dikir. Yên me jî me bi nîv lître ava şûşeya di petê de li agir dikir. Herwiha me sê pîsîkên bi şewata agir birîndar bûbûn, gihand beytar.
Yorumlar kapalı.