Nizanim çima, gava yek qala Ahmet Dawidoxlî dike, yekser mişkê kewaran tê bîra min. Erê lo tedît van mişkên hûrik wanê wa pîsik. Kî çi dizane! Dibe ku ev mişkê keştîya Erdoxan be jî. Tedît çi lawê ca/diya xwe ye! Lênerî waye keştî noqav dibe, got xirp û jê bazda.
Divê yek caran meriv erênî jî bifikike. Lewra tiştekî meriv jê heznake, dibe sebebê moral û motîvasyoneke din.
Sirri Sureya Onder (errrik, çi nav! Bejna wî buhust û nîvek e, lê navê camêr du metro dirêj e) rojekê li meclîsê wesfên wezîrê karê hundur, Î.N. Şahîm dabû û ev helbesta dîrokî li ser wî ‘merdemêrî’ gotibû: “qurbanam qalind qaşina/tac yaqişir başina/Î.N. Şahîn bîr gun gormesem/ weleh yanaram ataşina.”
Yên min, ez bi qasî S.S.O ne ewqas jîr im ku li ser Ahmedê Lawê Dêwid helbestekî bilorînim, lê ez ê çend bendê straneke gelêrî pêşkêşî mişkohezan bikim. Ma qey çi tiştê mişkokê min ji Naîmko kêmtir e?
Ha gidî mişko, de gidî mişko
Tu dijminê nanê hişko
Ha gidî de gidî ha gidî de gidî
Ha gidî mişkê wisa kuvî
De gidî mişkê wisa kuvî
Tûr û barê me kir nîvî
Ha gidî mişkê wî arisî
De gidî mişkê wî arisî
Li me nehîhîşt nan garisî
Bir û xwaro pê fetisî
Çawabû! Min heland ne? Helal be ji min re. Di esasê xwe de min dikarîbû strana “eyşê eyşê eyşanê, eyşanê/sê tirr berda nîşan, nîşanê” jî bigota, lê min nexwest tirrên eyşanê fût herin. Bila cercûra eyşanê dagirtî bimîne. Daku wexta lêhat, bila li nahtika enîya Ahmedê Lawê Dêwid birreşîne.
Ma qey me ji bîrkirîye, Mişkokê devşil digot “ez ê Sûrê bikim Toledo”
Peh, peh, peh! Mişkokê min ê qambuhust jî rabûye û çavê wî lêye bi vê qul û araqê xwe dengan ji Kurdan bigre. Ê de Kurdo, hema rabe qetek werîs bi rêx li gewriya xwe bialîne û xwe darve bikin lo! Ma heke çavê Lawê Dêwid ji we dibire ku we bixapîne, ê ma hûn çima dijîn? Here xwe di bîrekê werbikin. Çizanim! Kevirekî bi lingên xweve girêbidin û xwe bavêjin bendava Heskîfê.
Heke hûn kêrnayê xwe bikujin, ez Eyşanê ji we re bişînim! Belqityê di sed metrî de dikare ‘pif’ bike derzîyê û ‘pifa’ xwe di qulika derzîyê re derbas bike. Ji qanasa Rûsan jî sekvantir e.
Yorumlar kapalı.