Li welatekî ku lê şer heyî ji bilî mirin û xerabûnê yek ji tişteka ku herî zêde derdikeve pêş jî penaberi ye.
Penaber ew kese ku ji ber sedêmên bawerî, netewî anjî ji ber tevlîbûn-endamtîya komek anjî rêxistinekî di bin zextan de mayî-dimîne û ji ber van sedeman dûrbûna ji welatê xwe ye.
Gelê me yek ji wan gelan e ku wateya penaberiyê pir baş dizane. Bi milyonan Kurd li Ewropa wekî penaber ji welatê xwe dûr dijîn. Derûniya penaberiyê di gelek xebatan de bûye mijarek sereke.
Penaberî, di dema dirêj de gelek encamên polîtîk, civakî û aborî derdixe holê. Kesên ku penaber dibin him bandorê li ser welatê ku jê derketî dikin him jî bandorê li ser welatê ku diçinê dikin. Mînak li Tirkiyê, hatina penaberan ji Sûrî û Efganîstanê, bi piraniya welatiyan re hêstên nîjadperest derdixe lûtkê.
Mijar di rojeva me hemûyan de ye. Li Efganîstanê rêxistina Talîban hêdî hêdî serweriya welatê Efganîstanê bi dest dixe û li hember vê yekê tu berxwedanek ber bi çav ya dewleta Efgan jî xûya nake. Ji ber nelirêtî û bêpergalbûna artêşa Efgan rêxistina Talîban di demek kin de gelek bajar û navçeyên girîng bi dest xistin.
Pêşketina Talîban, di nav welatiyên Efgan de bûye metirsiyek mezin û em roj bi roj di dîmenan de dibin şahidê trajediyek din ya mirovahiyê. Dîmenên welatiyên ku xwe bi derûdora balafirê ve digirtin ji bo ku ji welat karibin derkevin, wê salên dirêj ji bîra kesên bi wijdan neçe. Ew dîmen şerma hêzên serwer e û her wiha nîşandana pûçbûyîna dewletekî ye.
Welatê Efgan ji derdora 38 milyon kesî pêk tê û wekî dewletbûyîn bi qasî 300 sal kevin e. Di vî şerê serweriya desthilatdariyê ya Talîban û dewleta Efgan de tê payîn bi milyonan welatî ji Efganîstanê derbikevin. Û wisa dixweyê ku piraniya wan wê li Tirkiyê bimînin û yên di jî di ser Tirkiyê re derbasî Ewropa bibin.
Niha derveyî rastiyên rewşê em mijarên çêkirî diaxifin. Em radibin û Efgan û Suriyeyîyan qiyas dikin. Niha hewceye em kesî ji wan ne kêm bikin ne jî zêde. Li hemû welatên ku şer lê dibe ev dîmenên wiha mîna penaberiyê derdikevin pêşber. Hewcedarî pê heye ku mirov hew bi dîtbarî-ji ser ve li mijarê nenêre. Di cihê vê yekê de em hinekî civakî û hinekî polîtîk li mijarê binêrin wê ji bo şîroveyan encamên çêtir bikevin destê me. Û her wiha dema hew wek dîmenê xuya dike em li mijarê binêrin jî, Efganên ku li gor Surîyeyin qelebalix xuya nakin, çendek meh-sal şûn de piştî li vir xwe bi cîh kirin wê kesên li du xwe mayî (dê, bav, jin, zarok) jî bînin. -mîna Surîyeyîyan- Hûn dizanin jixwe, li welatên paşde mayî malbat xwedî gelek zarokan in. Dema ew dem hat di hêla dîtbarî de wê tu ferq nemîne di navbera Efgan û Suriyeyîyan de. Hingê gelo em ê kî bixwazin?
Ya rast ew e ku em mijarê bi tevahî fahm bikin û ji bo ku siberojan em jî nebin penaber li welatên xelkê, çi ji dest tê bikin.
Yorumlar kapalı.