Pepûko

featured

Çaxa Kemal Kiliçdaroxlû derdikeve ser televizyonê, diya min dibêje “evîya ne qilîço ye?”
Erê wele yadê Qilîço bi xwe ye û vaye camêrko qilîçkokê xwe jî xweş dihejîne.
Maşaleee! Vaye rişkê wî jî jîr bû; erê bavooo, êdî ew jî xwe li me radikişîne wî. Êtîmo çer bike. Dike nake, nikane xwe têxîne çavê tirkan. Ew jî tê bela xwe bi kurdan dide. Pepûko, kurdbûyina xwe jî înkar dike, dîsa nayê şêkirandin.

Carna jinên gundan, gava li hember tiştekî seyr dimîne, wiha dibêjin: “Hela helaaa, ez bi qurbana xwedokê xwe bim, îşê wî çiqas xerîb e!”

Vêca ya me û Kemoyê Lawêqiliç e! Gava ez li daxuyaniyên vî rebenokê xwedê, yên di derbarê kurdan de temaşe dikim, meselokek din tê bîra min: Digotin, teyrikek heye, yekûna teyrikan bi wî de fis dike. Ew jî diçe di çêlikên xwe yên di hêlînê de fis dike.
Eeerê birako! Te çi zû ji bîr kir. Xenîmî çavê te bibe. Te bi xêra çîkê gunreşikan, jahredarîya Stenbol, Enqere û yên din qezenc kir. Niha jî tu van tirrên şorr ji xwe berdidî.
Di rastîya xwe de min digot ez ê siyaset û siyasetmedaran bi ti awayî wan nekim mijara qerf û qotikên nivîsên xwe. Lê belê, ez dêna xwe didimê, ji siyasetmedaran qomîktir tiştekî din tine ye. Ma hûn bala xwe nadin Kemokê sertîtik.

Her cara apê Receb hêrs dibe, dibêje hela ji min re Mazlûm bîne û difilite li ser serê Kemal Mazlûmoxlû. Edetî sîra di serê wî de diçîne. Gerçî hûn ê bibêjin, bavo ma serê wî bi xwe bi qasî serê sîrekê ye. De vêca ew ê sîr li kudera serê wî bê çandin! Êêê. Ev ne elo welo ye lolooo! Ev apê Receb e, Receb. Elawekîl ew ê îlim di derek wî de sîra biçîne (Bû çiiii, mîrato! Ma qey bû girê sîraaa!)

Herneyse! Ev mijarên bivikê ne. Êdî bûye ti kes newêre jixwe re tirrekê jî bike. Hahahah(ne bi ken) van rojan herkes bûne dendika jahrêêê. Xwedê heqşehad, giregirên welêt bûnin mîna dewê tirş ê koçerên Sasonê. Erê lo, tedît ew dewê li ber kelekela havînê dibû kafirkerratîî. Aha li vana jî wanî hatîye. Tu yê bibêje qey min ji xalê Joe Biden re gotîye, f35 nedin wan.

Yorumlar kapalı.

Uygulamayı Yükle

Uygulamamızı yükleyerek içeriklerimize daha hızlı ve kolay erişim sağlayabilirsiniz.

Giriş Yap

Batman Burada ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!