Di şevên dirêj yên zivistanên sar de, me xwe li ber meselokên vebêjer û destanbêjan germ dikirin. Ji wan meselokan yeka qet min ew ji bîr nekiriye jî ev e:
Rojekê ji rojan du heb bazirgan, ji bo kirrîn û firotina mal, bi hev re diçin welatekî cîran. Malên xwe dibin li welatê cîran difroşin. Perê xwe dixin bêrîkên xwe û lêdixin vedigerin welatê xwe.
Li vegerê, xerabî dikeve dilê yekî. Ji hevalê xwe re dibêje “hevalo, ez ê te bikujim.”
Hevalê wî dibêje “çima hevalo, ji bo çi tu yê min bikuje?” Ew jî dibêje “ez ê ji bo pereyên te, te bikujim.”
Eman zeman, qet pere nake. Carekê xerabî ketiye dilê mêrik û timayê çavê wî kor kiriye. Li wê çola xikîxalî kesek tineye ku li ser wî şahidiyê jî bike. Bi kurt û kurmancî her tişt li gorî dilê wî ye.
Baranek bi şid dibare; her der tije av bûye û baranê çav bi hev e jidandiye; dibare û hey dibare.
Yê ku ew ê were kuştin, ji hevalê xwe re dibêje, “binere hevalo tu yê min bukuje. Lê, vê ji bîr neke: xerabî ti car heta hetayê veşartî namîne!”
Hevalê wî kenê xwe dike, dibêje “birako li vê çola hanê ti kes tineye şahidiyê bike. Ma ew ê kî bizanibe min tu kuştiye?”
Barana şidyayî, bi hemd û hêla xwe dibare. Gava dilopên baranê li ava gewimandi dikeve, peqok li ser avê dikevin. Yê ku ew ê were kuştin, ji hevalê xwe re dibêje “bila ev peqokên baranê şahidê min û te bin”
Mêrik bi a xwe dike.
Hevalê xwe dikuje, pereyên wî bera bêrîka xwe dide û lêdixê berê xwe dide malê.
Gava tê mal, jina hevalê wî tê pirsa mêrê xwe jê dike. Ew jî jêre dibêje “me hevdu wenda kir. Mêrê te li ku ma, bi kude çû, ez jî pê nizanim”
Wext tê, dem derbas dibe. Rojekê dîsa baranek bi şid dibare û peqok li ser avê dikeve. Gotina hevalê wî tê bîra wî. Xwe bi xwe dimiziçe. Jina wî lê hay dibe. Sebebê kenê wî jê dipirse. Mêrik sebebê kenê xwe ji jina xwe re nabêje. Lê ji jina wî re dibe kulek heftşaxî û li ser dilê wê belav dibe. Jinik bi israr sebeba kenê mêrik jê dipirse. Mêrik, ji ber jinikê nake der û halhîkmeta kenê xwe ji jina xwe re dibêje.
Rojekê di navbera jin û mêr de gengeşî çêdibe. Teqûberereq, mêrik radibe li jina xwe dixîne. Jinikê dike nola koştê li ber kuftika û wê bi lêdanê nehawî dike.
Jinik jî ji mêrik re dibêje, kero bisekine, hey min di simbêla te de rîto! Ma ez ê vê çavsorîya te ji te re bihêlim qey? Û li mêrê xwe mukur tê ku wî hevalê xwe kuştiye.
Mêrikê kujer, tevî simbêla xwe ya “hinekirî” berê xwe dide zîndanê.
Pêşîyên me çi gotibû? Belê. Kufur dewam dike. Lê zilm dewam nake.
Yorumlar kapalı.