Pere, ji bo bedelê danûstendinan derket holê û bi pêşketina şaristaniyê formên nû stend. Di roja îro de formê nû yê pere bi navê ‘krîpto’ tê pênasekirin. Ango pereyê dijîtal, pereyê ku di rastiyê tuneye tenê li ser tora înternetê heyî.
Bi hezaran pereyên krîpto hene û yê herî baş tê zanîn jî Bîtcoîn’e. Bîtcoîn pereyê herî buha yê piyaseya krîptoyan e û yên di hêla bûha de ji krîptoyan kêmtir jî bi Tirkî wek ‘altcoîn’ têne pênase kirin.
Ev bû çend sal ku carna zêde carna jî lewaz di rojeva me de ev mijar heye: Bîtcoîn…
Li kîjan civatê mijar vebibe, teqez dibêjin “yaw filankes ma çi pereyek ji Bîtcoîn kar kir” an jî “kurê nizam kî bi xêra bîtocoîn bûye lord!” û herî dawî jî li Amedê kesekî ku ji ATM’ê pere diziye xwe dispêre qedirbilindiya Bîtcoînê û ji derdora xwe re dibêje ‘min ji wir kar kir.’
***
Ev bû salek hezkiriyên vê borseya pereyên krîpto her ku diçe zêde dibe li welat. Di berîka hema bibêje hemû kesî de bernameyek pereyên krîpto heye û bênavber dikevin pey şopandina piyasê.
Zêdetir di demên berê de -a niha jî kesên bi temen ji vê yekê pir hezdikin- çêkirina dolar anjî zêr bi populer bû. Em dikarin bibêjin ku ji bo vê nifşa nû jî borseyên pereyên krîpto pir dişibe çêkirina dolar û zêran.
Ji derve de dema em li mijarê dinêrin her tişt pir asayî xwuya dike. Lê xwezî hemû tişt ewqas hêsan bûya.
***
Civaka me ji ber ku bêyî tiştekî bi temamî fêm bike yekser êrîşî wê tiştê dike. Me li jor got, di serê hemû kesî de, dema behsa borseya krîpto tê kirin, tenê kar kirin heye. Lê ma rastî wisa ye?
Helbet ne wisa ye. Gelek kesên dikevin vê borseyê hemû heyînên xwe têxinê û ji ber ku ji mijarê baş fêm nakin tiştên heyî giş wenda dikin. Ev beşek e, beşa din jî mîna qumarê li mijarê dinêre û di demên wenda kirinê de bi eksa hîn zêdetir bilîze tevdigere. Ev kesên wisa dikin bi piranî ew kesên ku li jor me behsa wan kiribû ne.
Hewceye em bizanin ku roj bi roj qîmetê pereyên krîpto zêde dibe û cîhan xwe li gor vê yekê saz dike. Di van pereyan de tişta herî zêde ber bi çav dikeve jî ew e ku, ev pere ne girêdayî ti hezeke desthilatdar in, serbixwe ne.
Di mijareka ku hemû cîhan bi baldarî nêz dibe de, em jî, ne kêm ne jî zêde, li gor pîvanên mijarê nêz bibin û li kêleka gelek pêşketinan pereyên krîpto jî bişopînin.
Yorumlar kapalı.