-Birawo. Hinek perê min heye. Gelo ez ji xwe re bikim dolar yan jî pê bi zêr bidim? Tu nabêje çi!
-Rêx!
-Te got çiii?
-Min got rêx, rêx! Xwûşka min, bi îman ji rêxê çetir tine ye. Erê lê, hema ji xwe re perekê xwe têxîne Sergîn Menqûler Borsasî. Navê xwe yê bi kurdî: Borseya Menqûl a Sergîna ye.
-Te got sergîn, te got menqûler, te got borsesî!?
-Erê xwûşkê. Pêşîya me zivistan e; ba, bager û batirxan e. Û tedît bayê kurr jî, nola gurê mahnco waye di ser Balqanan re ji wêde tê. Mîrato, tu dibêje qey arê xezebê ye û di ser me kurdan de dibare. Zoto, ji me rebenan re jêhatî ye. Helbû li ba tirka ne wanî ye ha. Li ba wan fis! Li ba me jî hîbe hîb û vize viz!
Ji xêra Xwedê û mîrê mîran re, bila bav kalên me ji tirbê rabana û qala vî bayê kurr bikirana; bê çi kul û keder xistiye li ser dilê wan. Rebena eyn tetirxanî bûn û tevdek keribîn, çûn serê xwe avêtin diyarê qebrê, axa kendal û gorna. Genimê wan şewitand, gîha şewitand, erd şewitand û heta ezman jî şewitand. Stêrk bi ezmanan ve dikir qeşa û wanî dizuxwurand. Bergirî û berxwedana wan rebenokan a herî mezin, çêkirina sergînan bû. Ev hilberîna “yerlî û millî” hîn jî di rewajê de ye. Lema jî xwûşka min, razemenîya mezin, Sergîn Menqûler Borsasî ye.
Binere xwûşkê. Havînan, ka erzan e. Zivistanan jî sergîn biha ye. Tu jî perê ji sergînan tê, pê kayê bikirre û bol bol kayê bide çêlekê. Hingê tuyê bibîne di her dera wê re, ew ê xêr û bêr jê diherike.
-Birawo bibêje maşale, bibêje maşale!
Mîras
Li gorî dînê îslamê, milkê dê û bav, ji sisêyan yek jê ji keçê, didu ji law re ye (tiro! Çiçîye, bi qasî xîloka dîkê eloka, bi nava şeqa wî ve daliqandî ye, biner bê çawa îmtîyazdar e)
Li gorî qanûna medenî jî, mîras, nêvî nêvî tê parkirin. Ango li qorî qanûna medenî, çi keç çi jî kur ti cûdahîyê naxîne navbera wan. Di vir de wekhevîyeke bê qusûr heye. Yanê wî ‘çîkê’ kur, zêde pere nake. Ango ne avantaj e û ne jî dezawantaj e; hema ew ji xwe re li wêdera hanê daliqandî ye. Ewqas!
Em îjar werin li gorî edaleta Kurda. Edaleta Kurdan ya di derheqa parvekirina mîrasê de, ji edaleta Tercal jî bêedaletir e. Ji dê û bav 100 donim erd jî bimîne, kulmek ax nadin qîzê. Mozqirtik bi serê ‘xîloka’ kur vede. Mal tevdek dimîne ji wî re. Heçî qîz be, ew jî tilîka xwe dixîne devê xwe û dimîne li ber rehma mêrekî zirzop.
Gava dê û bav, kal û pîr dibin. Bûk, wan nahewînin. Malûm, law jî dibin hêsîrokê li ber destê keçên xelkê. Dê û bav, polî poşman li qîzên xwe yên ji mîrasê mehrûm-hiştî vedigerin. Qîzên reben jî, kezebşewat in. Pepûkên xwedê çer bikin. Dê û bav nayên avêtin. Ji bêgavî li wan dibin xwedî.
Belêêê. Zurne jî li vêderê dibêje zirt û disekine(Heke nesekine jî, vêca xwediyê zurnê dibêje tirt û disekine) Dîsa me got belêêê: vêca zava derdikeve holê û li defa hewarê dixîne, dibêje:
“Qarrrrrdêşim! Ma qey ez ewqas jî ker im. Hi’hi!? Ma ez kerikê we me, hûn werin li hustê min siwarên? Erê bavo wele xweş bazar e! Kulmek ax nedin jina min. Paşê wexta bimînin komek hestî, werin bibin bela serê min. Naaa, na! Ez qet qebûl nakim; ez werîs jî qebûl nakim. Min elbeke zêr daye qelenê wê bavo. Ma îşê heneka ye. Hûn bawer nakin, herin ji Husênê Omerî bipirsin. Husêno, strana xwe ya ‘keçê gundê me bihane/Her yek bi elbê zêrane…’ di daweta min de bestelemîş kir, wî”
Yorumlar kapalı.