Ez bawerim sernivîs jixwe hemû mijarê tîne ziman. Em hemû rojevê dişopînin û piştî şopandinê di civatên ‘bê talukê’ de yek bi yek şîroveyên xwe tînin ziman. Wisa lê hatiye ku her mirovek bûye stratejîstek mezin lê wek min li jor jî nivîsand: di civatên ‘bê-talûke de’
***
Gotinek pêşiyan ya Çîn’iyan heye. Dibêje, ‘em mehkumî jiyaneke demên balkêş kirin’. Dema em hinekî li ser gotinê difikirin, em dikarin bibêjin ku ‘welleh em jî mehkumên demên balkêş in!’
***
Dem têgehek bêdawî ye. Ne disekine ne jî bi paş de tê û her bi pêşerojê ve diherike. Ji para hinekan re ‘dema xelayê’ ji hinekan re ‘salên 90’î’ û ji para me re jî ‘bihara demokrasiyê’ ket.
***
Em li welatek qaşo demokratîk dijîn û hemû kes bi dilê xwe dikare tişta ku dixwaze bibêje eşkere bike. Ji me re ev tê gotin. Lê rastî? Rastî vê hefteyê cardin derket holê…
***
Hûn dizanin li vî welatî rojev qet vale namîne; tiştek tê, hîn em li ser neaxifîne ew tê ji bîr kirin û tiştek din diikeve rojevê. Ji aliyek ve şerê mafyayan, têkiliyên di nava burokrasiyê û ji aliyê din jî şerê çekdarî yê bênavber li heremê didome…
***
Kesek derdikeve, tiştên wisa dibêje ku hewceye aliyên têne tewanbar bikin yekser bêne girtin lê jixwe nabe xema tu kesî… Çima gelo? Li gor min civak hînî bêdengiyê hatiye kirin. Ti biçî cem kî wê ji te re bibêje ‘haj xwe hebe, nebe ku ti tiştek dijber bibêjî!’ û tirsa di dilê xwe de bi awayek veşartî pêşkêşî te bike.
***
Êdî rewş hatiye wê astê, kesên di nav pergala xwediyê tirsê de jî, ji vê yekê aciz bûne. Car caran dengê wan derdikeve lê çi fêde! Hîn deng baş nehatî bihîstin bi paş de gav avêtin jî dest pê dike. Xwedî derketina wan jî li me dimîne lê ew di nîvê hevgirtinê de derdikevin û ji bo kirinên xwe lêborînê dixwazin.
***
Me di serî de got, di demên zehmet de wêrekî pêwîst e. Kesên nikaribin li gotina xwe xwedî derkevin, nikarin ji civakê re pêşengiyê jî bikin.
***
Ji nivîsandinê hêsantir tiştek tuneye; heya êvaran, bi dehan rûpelan mirov dikare lê bike lê dema di civakê de bersiva vê yekê tunebe ewqas xebat bi avê ve diçe…
Roja me ya îro hinek jî wisa ye. Av diherike û kesên bi wê avê ve biherikin di ti dema dîrokê de bi qasî rojên îro ne zêde bûn…
Em ji bîr nekin; kesên di rojên zehmet de nikaribe li pey rastiyê biçe di rojên xweşiyê de wê neyê ji bîr kirin.
***
Encama xwedîderketina li rastiyê dibe ku hinekî giran be, dibe ku bi bedel be lê di pêşerojê de ji bo mîrateyek ji civakê re wê hêja be. Em vê yekê ji yên beriya me dizanin. Îro gelek derfetên di destên me de ji kesên beriya me ku dev ji lêgerîna rastiyê bernedan e maye ji me re…
Yorumlar kapalı.